loader
Wezareta Karên Navxweyî di derbarê teqîna Pirsusê de daxuyanî da Wezareta Karên Navxweyî di derbarê teqîna Pirsusê de daxuyanî da


Wezareta Karên Navxweyî di derbarê teqîna li navçeya Pirsusa Rihayê de daxuyanî da.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di teqînê de 27 kes jiyana xwe ji dest dane û her wiha nêzî 100 kesî jî birîndar bûne.

Di daxuyanîya ku Wezareta Karên Navxweyî daye de wiha hat ragihandin: “ Îro li navçeya Pirsusa Rihayê di seat 12.00an de êrîşekî terorê hatiye lidarxistin. Li gor tesbîtan 27 hemwelatîyên me jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji zêdebûyîna hejmara mirîyan tê mitale kirin. Li nexweşxaneyên heremê 100 kesên birîndar tên tedawî kirin. ji bona ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn û lêkolîn bê kirin ekîbên teknîkî şandin heremê.”

Hat diyarkirin ku di derbarê bûyerê de daxuyanîyên fermî ew ê ji teref walîtîyê ve bên kirin.(ÎLKHA)

 



Kategori: Kürdî
YORUM YAPIN(üye olmadan da yorum yapabilirsiniz)
Yorumla
İptal

KATEGORİ HABERLERİ

-
sanalbasin.com üyesidir