loader
Di êrîşa bombeyî ya Sirûcê de hejmera mirîyan derkete 32an Di êrîşa bombeyî ya Sirûcê de hejmera mirîyan derkete 32an


Li gor agahîyên herî dawî hejmarên kesên mirî yên ku di êrîşa bombeyî de mirine derkete 32an.

Wek ku tê zanîn duh li navçeya Sirûca Rihayê li ber avahîya Navenda Çandê ya Amarayê êrîşekê bi bombeyî hatibû lidarxistin. Di vê êrîşê de gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Di êrîşa ku hatibû kirin de  di heman demê de nêzî 28 kes miribûn. Piştî teqînê kesên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakiribûn nexweşxaneyên derdorê.

Li gor agahîyên herî dawî hat hînbûn ku di wê êrîşa ku hatibû kirin de hejmera mirîyan zêde bûye û hejmara mirîyan derkete 32an.(ÎLKHA)







Kategori: Kürdî
YORUM YAPIN(üye olmadan da yorum yapabilirsiniz)
Yorumla
İptal

KATEGORİ HABERLERİ

-
sanalbasin.com üyesidir