loader
Li Edenê kargehên dikandarên dîndar hat şewitandin Li Edenê kargehên dikandarên dîndar hat şewitandin


Li navçeya Seyhana Edenê alîgirên PKKê kargehên kesên ku di derdora xwe de bi nasnameyên xwe îslamî dihatin naskirin şewitandin.

Duh êvarî li bajaroka Kuçukdîllîya Seyhanê PKKyîyan bi hinceta teqîna Sirûcê xwe berdan kolan û sikakan û 3 kargehên kesên ku li derdorên xwe bi nasnameyên xwe îslamî dihatin naskirin şewitandin. Îtfaye ji ber bûyeran nikaribû mudaxeleyî agir bike, ji ber vê yekê her 3 dikan jî bi temametî şewitîn.

Hat hînbûn ku kesên PKKyî dikanekê telefonan a ku xwedîyê wê li derdorê  bi nasnameya xwe îslam dihat naskirin şelandin û şewitandin.

Hat diyarkirin her 3 dikandarên ku  dikanên wan hatine şewitandin  ji ber ku bawermend û dîndar in bi zanebûn hatine hilbijartin û dikanên wan jî bizanebûn ji teref kesên PKKyî ve hatine şewitandin.

Koma PKKyî bi silehên lûlê dirêj li dikandaran reşandin

Nîştecihên taxê, diyarkirin ku ji ber ku polîs û îtfaye nehatine cihê bûyerê kesên PKKyî wêrektir bûne. Nîştecih di derbarê bûyerê de wiha destnîşan kirin, “Dema ku kesên PKKyî xwestin ku dikaninan din jî bişewitînin kesên dikandar yên ku li wê derê bûn xwestin ku ji vî tiştî re bibin asteng. Lê belê kesên PKKyî ji bona dikandaran belav bikin bi keleşan li  hewayê reşandin. Ji ber vê yekê dikandar mecbûr man ku ji wê derê biveqetin. Kesên PKKyî çend dikan şelandin û pişt re jî şewitandin. Polîs demekê dirêj nehate cihê bûyerê. Dema ku hat jî kesên PKKyî ji cihê bûyerê dûr bûbûn.(ÎLKHA)





















Kategori: Kürdî
YORUM YAPIN(üye olmadan da yorum yapabilirsiniz)
Yorumla
İptal

KATEGORİ HABERLERİ

-
sanalbasin.com üyesidir