loader
Li Serê Kanîyê êrîş: 2 polîs mirin Li Serê Kanîyê êrîş: 2 polîs mirin


Li navçeya Serê Kanîya Rihayê di dema ku 2 polîs dikin ji mala xwe derkevin rastî êrîşê hatin, di êrîşê de her 2 polîs jî mirin.

Li gor agahîyên ku hatine bi dest xistin  îro li taxa Bahçelîevlera Serê Kanîyê di wextê serê sibehê de êrîş li 2 polîsên ku di heman avahîyê de rûdiniştin hat kirin, di êrîşê de her 2 polîs jî hatin kuştin. Hat diyarkirin ku her 2 polîs jî di serê wan de hatiye berdan. Tê zanîn ku ji polîsên ku hatine kuştin yek ji wan ji harekata xusûsî yên din jî ji quwweta çewîkê ye.

 Walîtîya Rihayê Îzzedîn Kuçuk  di derbarê bûyerê de destnîşan kir ku her 2 polîs jî di malên xwe de mirî hatine dîtin û sedema kuştina wan jî nediyar e.

Di cihê ku polîs lê hatine kuştin de lêkolîn didomin.

Teferûatên bûyerê tên…(ÎLKHA) 



Kategori: Kürdî
YORUM YAPIN(üye olmadan da yorum yapabilirsiniz)
Yorumla
İptal

KATEGORİ HABERLERİ

-
sanalbasin.com üyesidir