loader
Li Serê Kanîyê 2 polîs mirî hatin dîtin(Tê Nûkirin) Li Serê Kanîyê 2 polîs mirî hatin dîtin(Tê Nûkirin)


Li navçeya Serê Kanîya Rihayê 2 polîs di mala xwe de mirî hatin dîtin.

Li gor agahîyên ku hatine bi dest xistin  îro li taxa Bahçelîevlera Serê Kanîyê di wextê serê sibehê de  2 polîs di heman avahîyê de mirî hatin dîtin . Hat diyarkirin ku her 2 polîs jî di serê wan de hatiye berdan. Tê zanîn ku ji polîsên ku hatine kuştin yek ji wan ji harekata xusûsî yên din jî ji quwweta çewîkê ye.

 Walîtîya Rihayê Îzzedîn Kuçuk  di derbarê bûyerê de destnîşan kir ku her 2 polîs jî di malên xwe de mirî hatine dîtin û sedema kuştina wan jî nediyar e.

Di cihê ku polîs lê hatine kuştin de lêkolîn didomin.

Teferûatên bûyerê tên…(ÎLKHA) 



Kategori: Kürdî
YORUM YAPIN(üye olmadan da yorum yapabilirsiniz)
Yorumla
İptal

KATEGORİ HABERLERİ

-
sanalbasin.com üyesidir