loader
Cemîyeta Mustezafan di meha Remezanê de ji 425 malbatê re alîkarî kir Cemîyeta Mustezafan di meha Remezanê de ji 425 malbatê re alîkarî kir


Cemîyetan Mustezafan a şaxa navçeya Tarsûsa Mersînê di nava meha Remezanê de ji 425 malbatê re alîkarîyên cûrbebûr kir.

Di derbarê arîkarîyên ku hatine kirin de li ser navê komeleyê Arîkarê Serokê Komîsyona Arîkarîyê Ramazan Tekyildiz wiha destnîşan kir: “ Me bi xebatên endamên xwe û bi wesîleya xêrxwazan di vê meha mibarek da hewl da da ku arîkarîya malbatên hewcedar bikin.”

Tekyildiz axavtina xwe ya di derbarê arîkarîyên ku hatine kirin de her wiha domand: “ Me di nava vê meha Remezanê de van arîkarîyan gihande malbatên jar û feqîr;  ji 164 malbetê re di qiymeta  8 hezar 200 lîre alîkarîya paketên erzaqê,  ji 89 mabatê re di qiymeta 3 hezar 738 lîre de alîkarîya goştê sor, ji 10 malbatê re di qiymeta 200 lîre de alîkarîya goştê spî, ji 100 malbatê re di qiymeta 400 lîre de alîkarîya nan, ji 15 malbatê re di qiymeta 250 lîre de alîkarîya zerzewat,  ji 30 malbatê re di qiymeta 500 lîre de alîkarîya cil û berg,  ji 3 malbatê re di qiymeta 3 hezar lîre alîkarîya alavên malê,  ji malbatekê re arîkarîya 250 lîre alîkarîya mesrefên tamîrkirina malê,  ji 300 kesî re xwarina fitarê û ji 13 malbatê re jî  alîkarîya 5 hezar û 660 lîre arîkarîya pere hatiye kirin.”

Tekyildiz di dawîya axavtina xwe de xwe ji kesên ku di vê xebata arîkarîyê de cihê girtîyê re û ji kesên xêrxwaz re spasgûzarîyên xwe anî ziman.(ÎLKHA)













Kategori: Kürdî
YORUM YAPIN(üye olmadan da yorum yapabilirsiniz)
Yorumla
İptal

KATEGORİ HABERLERİ

-
sanalbasin.com üyesidir