loader
Li Diyarbekirê êrîş li polîs hat kirin Li Diyarbekirê êrîş li polîs hat kirin


Li Diyarbekirê komek PKKyî bisileh êrîşî polîsan kir.

Li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê li semta Şehîdlîkê komek PKKyî bi çekan êrîşî polîsên ku dewrîye digerîyan kir.

Êrîş îro di seat 14.55an de pêk hat.

 Li gor agahîyan di êrîşa ku li polîsan hatiye kirin de 2 polîsên ku di nava erebê de bûn giran birîndar bûne û kesên PKKyî yên ku êrîş pêk anîne jî  bi rexê Ben û Senê Ve revîyane.

Polîsên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku piştî êrîşê polîs semte dorpêç kiriye.(ÎLKHA)

Kategori: Kürdî
YORUM YAPIN(üye olmadan da yorum yapabilirsiniz)
Yorumla
İptal

KATEGORİ HABERLERİ

-
sanalbasin.com üyesidir